Rauf Erdem

   
 


 

 

Destpêk

Wêneyên Gundikê Melî

Nivîsên Nivîskarên Gundikê Melî

=> Sebrî Gundikî

=> Rauf Erdem

=> Dîyar Bayram

=> Dilşad Bayram

=> Rafo Asya

=> Nêçîrvan Bayram

=> Alî Bayram

=> Miradê Gundikî

Dîroka Gundikê Melî

Fîlmên Gundikê Melî

Belgefîlmên Gundikê Melî

Mamikên Gundikê Melî

Nûçeyên ji Gundikê Melî

Têkilî

Link listesi

Top liste

Gazete

 


     
 



Têkîlîya berfûdifsa Kurdan û împarator Neron
2011-01-04 22:43
Rauf Erdem - Gundik
Info@Kurdigeh.Com
 
Piştî şevek dirêj ya zivistanê, bi tîrêjên rojê ên ku hêdî hêdî diketin nava malê, ji bo rojek nû me çavê xwe vedikir… 

Bêguman necisîyên(harbînî) ku wê rojê em bikin jî, me ji şeve ve di hişê xwe de amade dikir. 

Dest û çav şûştina bi lezûbezê ya bi ava cemidî ya wek qeşayê ji me re ne xem bû… 

Tenê me dixwest hema yekser em biçin cihek ku em bikaribin xwe tê de bixijikînîn(şemitînin). 

Ez bawer dikim ti kes ji we nîne ku di biçûkatiya xwe de li ser kîsikên naylon xwe ne xijikandîbe û piştre destê xwe yê ji ber sermayê qerisî, di bin lome û gazinden dêya xwe de di rexa(kêleka) sobê zuwa kirî jî…

Ji xwe mirov Kurd hatibe dinyayê ez bawer im hemû xweşîyên zarokatîyê jîyaye… 

Carinan di nîva zivistana sir û seqem de, bavê me ji dîya min, xuşka min yan jî ji min dixwest ku em ji derve berfa paqîj bînin. Ez bawer dikim hinek ji we pê hesîyan ku ez behsa çi dikim. Erê berf û difs! 

Nûvedanek min jî zarokatîya xwe de zêde dixwar berf û difs bû…

Bawer dikim hinek ji we dibejîn ‘çi eleqa Neron û Kurdan heye?’ Rastî ev sazk(kurgu) aîdê min e.

Wek hûn dizanin Neron, împaratorê Romayê yê dawîyê, di dîrokê de tê gotin Roma şevitandîye û dema şewatê de li tar’ê(lîr) dida. Herwiha hinek çavkanî dibêjin qesrek “zêrîn” ava kirîye û di wê qesrê de saloneke xwarinê ya ku dizivire heye. Wekî din di derheqê Neron de gelek gotinên spekûlatîf hene lê niho em behsa wan gotinan nakîn. 

Ji bilî wan gotinan tişta em li ser disekinin; Neronê ku me naskir li Ewropa wek dahênerê berfeşîrê tê nasîn. Herwiha weke Kurdan Neron jî, ji çîyayan berf dianî û bi avên fêqîyan/fêkîyan tevlîhev dikir û di qesra xwe de îkramî mêvanên xwe dikir.

Nayê zanîn ku, gelo Neron berfeşîr ji Kurdan diziye an no, lê bele, ez bawer nakim ku cihê berf û difsa kurdan bigire û bi wê re bikeve pêşbirkê û heman kategorîyê… 

Ji ber ku ev bi hezarên salan e kurd zivistanên dijwar derbas dikin, lewre zana û erbabê vî karî ne. Wekî din Kurd ya bi ’şîr’ ji çêdikin heye. Ku ev jî navê xwezayî ye. Yanî “berf û şîr”e…

Nivîs: Rauf Erdem

Çavkanî: www.kurdigeh.com

 
 

tüm 13360 ziyaretçi (22107 klik) kişi burdaydı!

 

 



https://www.facebook.com/ssirnakmerkez Bu web sitesi ücretsiz olarak Bedava-Sitem.com ile oluşturulmuştur. Siz de kendi web sitenizi kurmak ister misiniz?
Ücretsiz kaydol