|
|
|
|
|
|
|
|
[şeir] li min negire |
2011-12-22 22:00 |
Alî Bayram
Info@Kurdigeh.Com |
|
Li min negire
--------------------
Îşev siwarî serxweşîya dile te bibim û bifirim
li min negire,
hew dikarim di qedeha keseran de avjeniye bikim û sersalan bê te û bê evîna te pîroz bikim.
***
Li min negire.
Li min negire pêl dile xwe bikim û biçim,
koçber bibim,
li wêraneya evîna te bê star û bê steyr bimînim,
paşê ji komkulilkên biharan ji bedewiya te evinek nû birêsim
li min negire.
Li min negire
dengek nîvmirî me vê nîvrojê,
mexrîbî me,
li her rawestgeha eşqê radestî desten te bûme,
ferî fermana te bûme…
bêwext sere xwe hildim,
li min negire….
***
Li min negire
por û perçem dem û gerden zera min,
tavîya baranê,
mij û mizgîniya bihara min
tu hatî quncika vî dilê reben,
da ku dil sar bibe dil jar bibe dil bêhedar bibe.
Nivîs: Alî Bayram
Cavkanî: www.kurdigeh.com
|
|
|
|
tüm 13357 ziyaretçi (22101 klik) kişi burdaydı!
|
|
|
|
|
|
|
|