Rafo Asya

   
 


 

 

Destpêk

Wêneyên Gundikê Melî

Nivîsên Nivîskarên Gundikê Melî

=> Sebrî Gundikî

=> Rauf Erdem

=> Dîyar Bayram

=> Dilşad Bayram

=> Rafo Asya

=> Nêçîrvan Bayram

=> Alî Bayram

=> Miradê Gundikî

Dîroka Gundikê Melî

Fîlmên Gundikê Melî

Belgefîlmên Gundikê Melî

Mamikên Gundikê Melî

Nûçeyên ji Gundikê Melî

Têkilî

Link listesi

Top liste

Gazete

 


     
 


 
[çîrok] ...
2011-02-19 20:49
Rafo - Gundik
Bayramtt@Hotmail.Com
 
… Û piştre çavên wî li fêkiyan ket. Ew cara pêşîn bû ko li derveyê gundê xwe fêkiyên ew qes xweş didît. Li wê sûka tarî ronahiyê tenê li yek cihî dida. Kunek li banî hebû û bi wê re dihat. Ew jî li nêva fêkiyan diket. Dezgehdarî jî ev ronahiya biçûk ji xwe re baş bi kar anîbû. Wek masîfiroşan her gav av li fêkiyên xwe dikir û ew dibiriqandin. Mirov digot qey ronahî ne li wan dikeve ji wan bixwe diçe. Ji xwe belko ji ber wê bû dilê wî ew qes çûbû wan fêkiyan. Ma ne dibêjin “ di dîyarê koran de yê bi çavekê dibe mîr”. Axirî berê me da dezgeha fêkiyan. Heta em gihiştin wê derê ew çûbû nik cîranê xwe yê cilfiroş. Wexta em dîtin hat nik me. 
Yekê girgire yê 35-40 salî bû. 
Bi dengeke bor got:

- Kerem bikin rêwingîyên delal 

Ji cilûbergên me yên bîyanî û çavên me yên mereqdar zanîbû ko em ne ji wê derê ne. 

- Min fêkiyên gelek têr av û tamxweş hene, hûn ê di rê de qet têhn nebin.

Ezîzî got: 

- Nexwe xêra xwe şeş metre pirteqalên xwweşş û sê metre jî 
sêvên tirrşş bide birayê xwe.’

Zelamê dinyadîtî û şareza şaş û şaqis ma. 

Got:

- Şeş metre pirteqal û sê jî sêêv?

Ezîzî bi awayeka rehet got:

- Erê te rast bihîst, lê ji kerema xwe piçekê ecele bike rêya me dûr e. Metreya pirteqalan çi qesê ye? 
dezgehdar hêdî hêdî aciz dibû. 

Got: 

- Metreya pirteqalaan? 

Got:

- Erê birê min ma tu fêm nakî? Ma ev fêkî ne yên te ne? Tu nizanî çi qesê ne?

Vê carê pîs aciz bû.

Got:

- Belê yên min in û ez dizanim çi qesê ne lê ez ê çawa şeş metre pirteqal bidim te, ma pirteqal pê metreyê tê pîvandin?

- Çima nayê pîvandin, ma ne bi perê xwe ye? 

Ez bixwazim pê metrê ye ez bixwazim pê lîtrê ye.

Got:

- “ We ye “ 

Got:

- “Belê “

Rabû ji pişt dezgehêre kêra xwe ya şerf derêxist û got:

- Were hey segbab kurê segbaban metreya pirteqalan heft lître qumaşê çermê te ye. Tu ji babê xwe yî tu na revî!

Heta ew ji pişt dezgehê derket em gihiştin deriyê sûkê. Me bi kotekî xwe ji destê wî xilas kir. Min sed caran ji Ezîzî re gotiye welê neke. Lê guhê xwe nade min. Kengê pênç qurûş pere bikeve di destê wî de dibe kerê gewr.

Nivîs:Rafo Asya
Cavkanî: www.kurdigeh.com
 

 
 

tüm 13363 ziyaretçi (22115 klik) kişi burdaydı!

 

 



https://www.facebook.com/ssirnakmerkez Bu web sitesi ücretsiz olarak Bedava-Sitem.com ile oluşturulmuştur. Siz de kendi web sitenizi kurmak ister misiniz?
Ücretsiz kaydol