Dîroka Gundikê Melî

   
 


 

 

Destpêk

Wêneyên Gundikê Melî

Nivîsên Nivîskarên Gundikê Melî

Dîroka Gundikê Melî

Fîlmên Gundikê Melî

Belgefîlmên Gundikê Melî

Mamikên Gundikê Melî

Nûçeyên ji Gundikê Melî

Têkilî

Link listesi

Top liste

Gazete

 


     
 

Gundik kû der e û Gundikî kî ne

-1- (bapîrên Gundikîyan û keleha wan Keleha Gurkêlê ) ?

 

 

‘" ji ber ko Gundikî(yên ko ji Gundikê Melî ne) mirovên me ne, çênabe baca mîrîtîyê ji wan bê standin.’’


Mîr Bedir-Xan 



Gundik: Gundekê Şirnexê ye, 10 kîlometreyan ji navenda Şirnexê dûr e. Niho nêzîkî 5.000 niştecihên Gundikê gene. Li pêşberê çîyayê Cûdî ye. Wek Gundik tê naskirin lê ya rastî navê wê Gundikê Melî( Gundikê Melayî ye ji ber ko Mele Derwêşî, bi tenê mala xwe danibû wê derê û paşê bi malên zarokên wî ve jî bû Gundikek. Hemî Gundikî zarokên wî ne). Ji beriya Mele Derwêşî heta niho secereya Gundikîyan tê nivîsîn û her sal navên nû lê têne zêdekirin.


Bi çend gotinên kurt em dikarin weha behsa Gundikê bikin:


Gundik, cihê Seîd Begê Botanê, Şêx Elîyê Gundikî( Xelîfeyê Şêx Hiseynê Basretî) , Şêx Şemsedînê Gundikî, Şêx Xalidê Gundikî, Mele Derwêş û hwd kesayetên civakî.


Gundik, cihê destpêka Şoreşa Gulanê, cihê şoreşgerên wek; Evdirehmanê Gundikî, Mewla Benavî, Sofî Îsiv û hwd... rawestgeha 2 salan ya şoreşgerên wek Samî Evdirehman û Cewher Namiqî.


Gundik, cihê Medreseya Gundikê, Cihê Xelîfê Nexşîbendîtîyê yê pêşiyê yê li Nêva Kurdistanê(Botan nêva Kurdistanê ye na Bakurê wê ye).


Gundik, Gundê Şirnexê yê herî zêde zanîngehî, akademîsyen û xwenda jê derketîn e û warê zanîn, kurdayetî û camêrîyê ye. 
Gundik, gundekê Kurdistanî...


------ 


:: Keleha Gurkêlê, Begên Botanê: 


Keleha Gurkêlê, keleha li nêzîkê Gundikê ye. Ew keleh yek ji kelehên Botanê bû ko cihê binemala Begên Botanê bû û Botanê hêza xwe herî zêde ji wê derê digirt. Gundikî ji binemala Seîd Begê Keleha Gurkêlê ne û Seîd Beg mamê Alî Bedir-Xaniyan e.


Bapîrên Gundikîyan:


Şêyx Şemsedînê Şehrînûhî, Gundikî


li mentiqa Botan hatîye dinê. Kurê Şêyx Elî yê Gundikî ye. Xwendina xwe ya destpêkê li Dîyarbekir borandiye. Jû (paşê) ji wêdê çûye Rawendiz u Erbîlê li wêdê xwendina xwe xilas kirîye. Babê wî Şêyx Elî xelîfê Şêyx Hiseynê Basretî ye. Şêyx Elî neviyê Mele Derwêş e. Ew ji kurê Şêx Xezalî ye. Şêx Xezalî ji kurê Hz. Pîr Îzedîn e. Li nêv millet de bi navê “ Pîr Êzdîn” tê nas kirin. Şêx Şemsedîn di 19 ê Şê’banê sala 1331 ê hicrî icaza xîlafetê standî ye. Şêx Şemsedîn xelîfê mamê xwe Şêx Xalid û yê Şêx Tahirê Maî ye. Şêyx Xalid û Şêyx Tahir dostên hevên feqetiyê ne. Her du zat ji bi nîsba el-Osmanî el-Xalidî el-Berwarî hatine naskirin. Lê Şêx Tahir ji Berwariyên başûr e. Şêyx Şemsedîn Efendî her car bi sofiyan ve derdiket îrşadê. Wî u Şêyx Seyda li ser çiyayê Cudî hevdu di ihtifalên pîrozbahiyan de didîtin. Yên dîtîn di bêjin wechê her du yan jî wessa spî û munewwer bû ferq ji hev ne dihat kirin. Şêx Şemsedînî li Gundikê wefat kirîye. Tirba wî li Zîyereta Temtemê ye. Herweha çend şê’r û beytên wî hene. Ger bê kom kirin dibe dîwançeyek. Li ser Dîwana Hz. Mewlana Xalid terbî’ ( çarmalî ), texmîs (pênçmalî )û tesdîsê ( şeşmalî ) wî hene. Piştî Şêx Elî û Şêx Xalid postnişînî kurê Şêx Elî, Şêx Şemsedînê Şehrînûhî kirî ye. Şêx Şemsedîn, xebatên ilmî yên muhîm nivîsî ne. Wekî şerhên hinek fessên Fusûsu’l-Hikem’a Şêxu’l-Ekber Muhyîddînê Erebî û çarmaliya li ser hejdeh beytên Mesnewiya Hz. Mewlana. Şêx Şemsedînî sala 1943’ê yê wefat kirîye.
------

Li wêneyê îcazetnameyê: Perê didoyê ji îcazenameya Şêx Şemseddîn Şehrînûhî Efendî.Ji bal Şêx Tahir el-Maî ve hatîye nivîsandin. Muhra Şêx Xalid el-Gundikî û Şêx Tahir el-Maî li ser e. Sala 1908 ê hatîye nivîsandin."

-----

Piştî Şêx Şemsedîn Şêx Mihemed ev xizmet îfa kirîye. Şêx Mihemed 1985’ê wefat kirîye, ewladên wî ev xizmet dewam kirîne. Ji ewladên Şêx Mihemed , Mele Ebdila û Mele Ebdirehman û Mele Ebdilmecîd xebatên ilmî dewam kirîne. Mele Ebdirehman mucazê ilmî û xîlafetê ye. Di gellik şerîetên nêva eşîr û herêma de cih girtîye û bûye wesîla sulh û asayîşê. Wekî şerên di nêva Jîrkî û Mamxuran û Gewdan û Guyan de. Her weha di meselên nexweşiyên di navbeyna Şirnex û Cizîrê an ji di nêvbeyna Cizîrê û Silopiya de. Ewladên Pîr Êzdîn di vî warîde wezîfên muhîm pêk anîne. 

Gellik kesatetiyên ehlê hel û eqdê yên şayanê behsê hene wekî Mele Ebdirehmanê Mamê Mela (w.15 Sibat 1978) û Hecî Emerê Mela (w. 1985) û Hecî Silîmanê Qilavî (Silêman Fakhan, w. 1985) gellik zatên din. Mele Ebdirehamanê Mamê Mela kesayetîyek ehlê hikmetê bû. Di şirîeta de bi besîreta xwe ya kûr gellik arîkariya Mele Ebdirehmanê Şêx Mihemed dikir. Va her sê şexsîyetên mezkûr ji bo parastina berjewendiyên maddî û me’newî yên millet gellik işkence û ezîyet kêşane. Ji encama va îşkenceya wefat kirîne. ( Herekol Çeman, Kovara Nûbiharê, hj: 88 û 94 ) 


:: Şêx Xalidê Gundikî 


Şêx Xalidê Berwarî Gundikî ye ko li Gundikê Xwidê daye. Li Hewlêrê xwendîye. Xettatek meşhûr e, icazename ya wî ya xettî heye (1288 ê hicrî standîye). Xelîfê Şêx Ebûbekrê Racî el-Erbîlî ye. Ebubekir Racî (melayê kiçik bnr: Danişmendanî Kurd Der Xizmetî İlm û Dîn s.27 mue: Ebdilkerîm Muderris) ew jî xelifê Şêx Osman Sîraceddînê ewwil( 1195-1283 h.) e. Ew jî yê Mewlana Xalid e. Şêx Xalid Gundikî ji nesla pîr Êzdîn e. Sala 1920 li Germkê nîzîk Silopya wefat kirî ye. Tirba wî li wêrê ye. ( Herekol Çeman bnr: Nûbihar hêjmara 94 ) (http://ku.wikipedia.org/wiki/%C5%9E%C3%AAx_Xalid_el-Berwar%C3%AE_el-Gundik%C3%AE )

Mele Derwêş (yê ko cara pêşiyê mala xwe li Gundikê danî) 

kurê Şêx Xezzalî ye ew jî kurê Pîr Êzdîn e.Pîr Êzdîn neviyê Şêx Silîmanê Nêrgizî ye. Ji Kurdistana başûr, ji Nêrgiziyê hatine herêmê. Ew ji neviyê Şêyx Zahid e. Li nêv millet bi navê "Şêxê zêhid" tê nas kirin. Tirba Şêxê Zêhid li Reşîne ye. Reşîne girêdayê Dihê ye. Li wêdê tirba wî heye qubbe li ser hatîye ava kirin. Her sal demek yê salê îhtîfal tê tenzîm kirin, li vê qubbê. Pîr Êzdîn li mintiqa goyan li Repin wefat kirîye. Tirba wî li wêrê ye. Cihê zîyaretê ye. Ji nesla Pîr gelik alim û ehlê hel û eqdê hatîne dinê. Di herêmêde di nêva eşîran de bûne wesîla sulh û emnîyetê. Wekî Mele Derwêş û Şêx Elî yê Gundikî (xelîfê Şêx Huseynê Basretî ye) û Şêx Xalidê Gundikî (birê şêx Elî ye) û Şêx Ebubekr û Şêx Mehemmedê Hilalî û Şêx İzraîl û gellek zatên din. Ev malbat ji bo xizmeta ilm û dîn hatîye vê herêmê. Ji ber ku li vê mentiqê hinek gundên Nesturî u fillehan hebû. Di saya vê malbatê gellek ehlê van gundan musliman bûne. Her weha ev malbat li herêma Goyan cih bûye. Bi sed salan bûne sebebê sulh u emnîyyet u selahê. Yek di kare bêje mîsyonerîtiya Îslamê kirîne. Di medrese û rîbat û îmaretan bi rengekê wezîfa kolonîzatorîtiyê kirine. Di neşra ilm û irfanê de cihek muhîm girtîne. Ji ber tevildana îktîdara wê demê hinek guruhan xwestine gundên fillehan talan bikin. Neweyî îftîra hinekan -li nik xwe- fetwa ji Pîr standine. Dema Hz. Pîr pê di hese, wa bi şiddet redd dike, wisa di bêje:


Ez im pîrê çîyayê qullehan,
Derewan nekin, maka gunehan
Kê gotîye pîr helal kirîye malê fillehan. 



Cihê behsê ye, rojekê jinikek salîhe du nana dide Hz. Pîr. Hezret di mureqebê, keşfê de di bîne ku ew her du nan ji temamê xêr û emelên wî girantir têt. Pîr xêr û hesenatên xwe zêde dike. Paşê ew jinga Salîhe ji Hz. Pîr re di bêje:


“ Pîro! Pîro!, dema tu şîn birî/bûyî, ez veristî bîm.” 


Xwiya ye ev jinik Pîr Salih bûye. Di bêje dema ti nu şîn dibûyî, ji gumçika xwe nu di bişkivî ez bi çiql u dar u belçim bum, min fêkî da bu. Hezret lis ser vê buyerê radibe aşekê ava dike. Heft sala çeltekê deryê aşîve dike. Her roj tejjî nan dike. Xelk jî tê ji xwere dibe. Ev aşê Pîr ava kirî niho ji li ser pêya ye, adeta şahîdê li ser vê bûyerê ye. ( Herekol Çeman, Nûbihar 88 û 94


Li wêneyê îcazetnameyê: Perê didoyê ji îcazenameya Şêx Şemseddîn Şehrînûhî Efendî.Ji bal Şêx Tahir el-Maî ve hatîye nivîsandin. Muhra Şêx Xalid el-Gundikî û Şêx Tahir el-Maî li ser e. Sala 1908 ê hatîye nivîsandin."

------

Çavkanî: www.kurdigeh.com

Lêkolîn/Nivîs: Miradê Gundikî 
 
   

 

 

 

 
 

tüm 13288 ziyaretçi (22022 klik) kişi burdaydı!

 

 



https://www.facebook.com/ssirnakmerkez Bu web sitesi ücretsiz olarak Bedava-Sitem.com ile oluşturulmuştur. Siz de kendi web sitenizi kurmak ister misiniz?
Ücretsiz kaydol