Nêçîrvan Bayram

   
 


 

 

Destpêk

Wêneyên Gundikê Melî

Nivîsên Nivîskarên Gundikê Melî

=> Sebrî Gundikî

=> Rauf Erdem

=> Dîyar Bayram

=> Dilşad Bayram

=> Rafo Asya

=> Nêçîrvan Bayram

=> Alî Bayram

=> Miradê Gundikî

Dîroka Gundikê Melî

Fîlmên Gundikê Melî

Belgefîlmên Gundikê Melî

Mamikên Gundikê Melî

Nûçeyên ji Gundikê Melî

Têkilî

Link listesi

Top liste

Gazete

 


     
 

  
[helbest] min bêrîya kenê zarokatîyê kir, ji dil û can…
2012-01-11 21:51
Nêçîrvan Bayram - Gundik
Info@Kurdigeh.Com
 
Min bêrîya siharên zarokatiyê kir
Dîkan bang didan… 

*** 

Min bêrîya lehîstokên zarokatîyê kir
Em hemî keyfxweş bûn…

***

Min bêrîya hevalên zarokatîyê kir
Çi dem çi hal bûya em bi hev re bûn… 

***

Min bêrîya kenê zarokatîyê kir
Ji dil û can… 

***

Min bêrîya serbestîya zarokatîyê kir 
Çi dem, çi bivê… 

***

Min bêrîya duşemên zarokatîyê kir. 
Duşemên serê heftîya nû…

***

Min bêrîya dayîka xwe kir
Dayîka min her duşem zû dirabû 
Cilikê min yên mektebê ji ser şelîtokê tanî ..
Ez diçûm mektebê 


Nivîs: Nêçîrvan Bayram
Cavkanî: kurdigeh.com
______________________________________

[helbest] bêxwedî
2011-12-10 09:32
Nêçîrvan Bayram - Gundik
Info@Kurdigeh.Com
 

tu bêxwedî bûyî ?

Te ti caran hizir kirîye bêxwedîtî çî ye ?

Dema tu çûyî xerîbîyê te gelek bêrîya dê û bawê xwe kiriye ?

Te hingê xwe kirîye di şûna wî kesê bê xwedî de ?

***

Bêxwedîtî ne ew e ku tu heftîyekê, mehekê, salekê ji malbata xwe dûr bibî…

Bêxwedîtî ew e ku tu hêdî hezjêkiryên xwe û malbata xwe nebînî…

Tu niho nizanî bêxwedîtî çî ye dema dê û bawê te neman tê bizanî 

tê fekî der û dorê xwe dayîka yekê bawê yekê keyfa xwe ji zarokên xwe re 
diîniyê ha hingê hecweku xincerek li nêva dilê te bikeve…

ha hinge tê bizanî qedr û qîmetê dayîk û bawê xwe …

Nivîs: Nêçîrvan Bayram 
Cavkanî: www.kurdigeh.com

________________________________________________________
 [Helbest] HEY DİLBERA MIN

Hey dilbera mina sor û zerîn

Çima tu wiha li min dikî…

Çi gunehê min heye…

Gerden zera min, çi gunehê min heye

Tu jimin dûr dibî …

Di bêje  gerden zera min.

Hey cav şîna min tu qêrên min na bihîsî …

Vere gerden zera min tu nale nala min na bihîsî …

Hey dilbera min ber bi qêrîn ya  min were, cana min …

Ez li virim ber bi nale nala min were cana min…

Nivîs: Nêçîrvan Bayram
www.gundikemeli.tr.gg

 
 

tüm 13361 ziyaretçi (22110 klik) kişi burdaydı!

 

 



https://www.facebook.com/ssirnakmerkez Bu web sitesi ücretsiz olarak Bedava-Sitem.com ile oluşturulmuştur. Siz de kendi web sitenizi kurmak ister misiniz?
Ücretsiz kaydol