Mamikên Gundikê Melî

   
 


 

 

Destpêk

Wêneyên Gundikê Melî

Nivîsên Nivîskarên Gundikê Melî

Dîroka Gundikê Melî

Fîlmên Gundikê Melî

Belgefîlmên Gundikê Melî

Mamikên Gundikê Melî

Nûçeyên ji Gundikê Melî

Têkilî

Link listesi

Top liste

Gazete

 


     
 

 
                  Mamikê min ê mamanî
2010-12-28 12:46
Miradê Gundikî - Gundik
Miradgundiki@Gmail.Com
 
Mamikên kurdî (li hinek herêman dibêjin tiştonek) di şevên tarî yên bergovikan de pêxwarina şevan bû... 
Mamik, gotinên li hevkirî ne û wek qalibekê tê pirsîn... 
Yên ko ji wan qaliban re dibêjin mamik wek "Mamikê min ê mamanî ... çi ye?" dipirsin. 
Yên ko ji wan qaliban re dibêjin tiştonek dibêjin " Tişteka min heye ... çi ye?" 
Ji bo ko şirîniya zimanê me li ber çavên we rayêxim ez dê hinek mamikên ko min ji Gundikê Melî berhev kirine binivîsînim. Ji bilî mamikan min hinek tiştên dî jî kom kirine û paşê ez dê wan bigihînim ber destê we xwendevanên delal

Çend mamikên ji Gundikê Melî 

1. Mamkê minê mamanî 
Qesra spî bê derî. Çî ye? 

2. Mamkê minê mamanî 
Rojê bûk e şevê pepûk e. Çî ye? 

3. Mamkê minê mamanî 
Pirtika karê li ser guhê darê. Çî ye? 

4. Mamkê minê mamanî 
Sindirûka li ser sindirûkê mifte ya li destê bûkê. Çî ye? 

5. Mamkê minê mamanî 
Sergelgele bingelgele çavzîq û simbêlbel e. Çî ye? 

5. Mamkê minê mamanî 
Hilindo milindo kurek ji babê bilindo. Çî ye? 

6. Mamkê minê mamanî 
Tişta tiştanî di nêv mîzera siltanî ji bilî Xwedê kes nizanî. Çî ye? 

7. Mamkê minê mamanî 
Ji hire heta Mûsil hemî morîyên sinsil. Çî ye? 

8. Mamkê minê mamanî 
Ji hire heta Bexda kulav rada. Çî ye? 

9. Mamkê minê mamanî 
Serhilû ye ne mar e, grêkodel e ne dar e, giya dixwe ne dewar e. Çî ye? 

10. Mamkê minê mamanî 
Şil bike, rep bike, tê re bike. Çî ye? 

11. Mamkê minê mamanî 
Vî milî teht e wî milî teht e nêvê de şil û şeht e. Çî ye? 

12. Mamkê minê mamanî 
Mezela şuştî û miştî du feqên çavreş tê de rûniştî. Çî ye? 

13. Mamkê minê mamanî 
Tu girê didî diçe, tu berdidî disekine. Çî ye? 

14. Mamkê minê mamanî 
Reş e reş e wek qîr, kutilka çêdike wek mala mîr. Çî ye? 

15. Mamkê minê mamanî 
Reş e reş e wek qîr difire wek tîr. Çî ye? 

16. Mamkê minê mamanî 
Zerik goştînî, girar qîrînî, hesko darînî. Çî ye? 

17. Mamkê minê mamanî 
Bazina xezalê gêr bû newalê. Çî ye? 

18. Mamkê minê mamanî 
Ez ji tehtê de diavêjim naşikê ez diavêjim kulekukê de dişikê. Çî ye? 

19. Mamkê minê mamanî 
Keçika dukezî serbanan ve bezî. Çî ye? 

20. Mamkê minê mamanî 
Yekê got ayy! milê mino. yekê got: ayy! pişta mino. yekê got xwezka min û canê mino. Çî ye? 

21. Mamkê minê mamanî 
Ji şikêrê ye ji têrê ye ji rêrê ye. Çî ye? 

22. Mamkê minê mamanî 
Komkirî barê gakê vekirî weke çîyakê. Çî ye? 

23. Mamkê minê mamanî, 
Mamê bi lingikê diçe şerê gundikê. Çî ye? 

24. Mamkê minê mamanî, 
Ser text e, bin text e, di nêvê de pîrek bê bext e. Çî ye? 

25 Mamkê minê mamanî 
Ker zirî kuşpil firî. Çî ye? 

26. Mamkê minê mamanî 
Hespê boz kir toz. Çî ye? 

27. Mamkê minê mamanî 
Çil çîk in, çil berçîk in çil ode ne çil kilîle ne. Çî ye? 

28. Mamkê minê mamanî 
Sînîya savarê ya li ser guhê darê. Çî ye? 

29. Mamkê minê mamanî 
Şikefta tarî tejî tê de mirarî. Çî ye? 

30. Mamkê minê mamanî 
Ez çûm şikeftekê min darek rast nedît ez bigirim bi destê xwe. Çî ye? 

31. Mamkê minê mamanî 
Çêlekoka zerik ji xwe re di gere. Çî ye? 

32. Mamkê minê mamanî 
Sermişar e, pêxepar e, heçî nezane dewar e. Çî ye? 

*** 

Bersivên mamikan 

1. HÊK 
2. NIVÎN 
3. KON 
4. GÊRUSE 
5. RÊVAS 
6. JINA HEMLE 
7. BARAN 
8. BERF 
9. KUSÎ/ŞKÊVLATUK 
10. TA Û DERZΠ
11. HEVÎR 
12. GOZ 
13. PÊLAV/SOL 
14. KÊZA GÛ 
15. KÊÇ 
16. KIL Û KILDANK 
17. MAR 
18. KEWZAN/KIZWAN 
19. BANGUR 
20. DÎWAR, GIRŞ Û BANGUR 
21. GÊRUSE 
22. KON 
23. MÎRKUT/MÊKUT 
24. KUSÎ/ŞKÊVLATOK 
25. TIVINK/TIFEK 
26. AŞ 
27. PÎVAZ 
28. HINAR 
29. DEV Û DIDAN 
30. ŞAXÊ BIZINAN 
31. KULIND/KUNDIR 
32. DÎK/DÎKIL 

Nivîs: Miradê Gundikî, Gundik, 2011
Cavkanî: www.kurdigeh.com


[çîrok] keçik û cerik
2011-09-05 09:58
Miradê Gundikî - Gundik
Miradgundiki@Gmail.Com
 
— Careka ji caran rehmet li dê û babê guhadaran hebû tinebû ti kes ji Xwedê mezintir nebû, carekê li derekê keçikek hebû. 

Keçikê, cerikê xwe bir û çû ser avê. 

Ji cerikê xwe re got: Ceriko ceriko! Neşikê heta ko ez biçim wê dera henê û bêm. 

Keçik diçe û tê û hin lê dinêre ko cerikê wê şikestîye. 

Keçik ji cerikî re dibêje: Ceriko ceriko! Çira tu şikestî? 

Cerik dibêje: Ma çira ber (kevir) di bin min de ye? 

Keçik ji berî re dibêje: Bero bero! Çira tu di bin cerikî de yî? 

Ber dibêje: Ma çira gîya di bin min de hişîn dibe? 

Keçik ji gîyayî re dibêje: Gîyayo gîyayo! Çira tu di bin cerikî de hişîn bûyî? 

Giya dibêje: Ma çira berxik min dixwe? 

Keçik ji berxikê re dibêje: Berxikê berxikê! Çira tu gîyayî dixwî? 

Berxik dibêje: Ma çira gurî (gur) min dixwe? 

Keçik ji gurîyî re dibêje: Gurîyo gurîyo! Çira tu berxikê dixwî? 

Gurî dibêje: Ma çira se (kûçik) direyî min? 

Keçik ji seyî re dibêje: Seyo seyo! Çira tu direyî gurîyî? 

Se dibêje: Ma çira pîrê nanê genimînî dixwe û yê papînî dide min? 

Keçik ji pîrêyê re dibêje: Pîrê pîrê! Çira tu nanê genimînî dixwî û yê papînî didî seyî? 

Pîrê dibêje: Ma çira mişk hebanokê min kun dike? 

Keçik ji mişkî re dibêje: Mişko mişko! Çira tu hebanokê pîrê kun dikî?

Mişk dibêje: Ma çira kitik (pisîk) min dixwe? 

Keçik ji kitikê re dibêje: Kitikê kitikê! Çira tu mişkî dixwî? 

Kitik dibêje: Ezê xwim û xwim û serê dûvikê xwe ve jî bikim û xwe di kendalokan de jî bivêjim. 

— Qewlika min çû deştê ez û dê û babê xwe çûyin biheştê — 

__________________________________________

Çîrokbêj: Safyaya Osmanê Evdilkerîmî

Berhevkar: Miradê Gundikî
 
Cavkanî:  www.kurdigeh.com
   
___________________________

Keçelok û Reqik
 
2010-12-28 13:14
Miradê Gundikî - Gundik
Miradgundiki@Gmail.Com
 
— Carek ji caran rehmet li dê û babê guhdaran hebû tunebû ti kes ji Xwedê mezintir nebû. 

Demekê li derekê Keçelokek hebû, gelekê feqîr bû. Her roj bi şewka xwe masî digirtin û difirotin. Jiyana wî bi salan welê bi feqîriyê dom kir. Carekê dîsa çûbû masîgirtinê. Vê carê jî şewka xwe avêt behrê û hin pê hesiya ko vê carê şewka wî giran hat. Dema ko serê şewka xwe ji avê derêxist dît ko reqikek pê ve hatiye. Pêşiyê xwest ko wê reqikê dîsa biavêje behrê, lê paşê got: ”Ka ev çi ye ko Xwedê kir qismetê min, ez dê wê bibim malê. .. Ji xwe îro jî ez birçî mam.” 

Reqika xwe danî malê û bi wî zikê birçî nivist. Bû roja dî û Keçelokê me dîsa çû masîgirtinê. Hima çi bû nesîp anî bir sûkê firot û bi pareyên xwe tiştin anî ko li malê bixwe. Dema ko da ji deriyê malê ve di cihê xwe de mat ma. Mala wî ne wek xwe bû. Mala wî hatibû şûştin, hemî tiştên wî hatibûn paqişkirin, hinek xwarin jî hatibû çêkirin. Hinek ji wê xwarinê hatibû xwarin û hineka dî hatibû hêliştin. Gelekê kêfa Keçelokî hat û got: ”Ka Xwedê dizane kîjan cîranê min yê xwedêjêrazî ev qencî li min kiriye.” 

Piştî hingê her roj diçû masîgirtinê û dema ko di êvarîyan de vedigeriya didît ko her ew pêkhatin ji wî re tên kirin. 

Rojekê got; ”Vî karê henê ne tenê xwedêjêrazîyek ji xêrê re dike. Divê ez xwe li ber çêkim ka kî ye û çi kes e ko tê û vê qencîyê li min dike. Hima ez ti tiştî jê re nekim jî ez dê jê re spas bikim.” 

Rojekê xwe di pişt deriyî re veşart û ma li hêviya wê kesa ko dê bê û mala wî lêk bide. Sekinî, sekinî û sekinî lê ti kes ji deriyî ve nehat. Piştî demekê hin lê nêrî ko reqika wî ji bin yaneyî ve hat û çû nava malê rawestiya. Wî bi baldarîyê li reqika xwe dinêrî. Dît ko qalikê reqika wî hêdîka ji ser rabû û keçikeka geleke spahî jê derket. Keçelok di cihê xwe de ma. Ezmanê wî negeriya û nezanî çi bibêje, hima di pişt deriyî re ma û çavdêrî lê kir. 

Piştî ko Reqik ji qalikê xwe derket, wek her rojê dîsa dest bi lêkdana malê kir. Paqijiya malê kir, xwarin çêkir hinek jê xwar û hineka dî hişt û dê vêca biçûba di qalikê xwe de ko Keçelokî got: ”Reqikê min tu dîtî”! 

Keçelokî ti tişt ji vê rewşê fêm nekiribû... Pey hev pirsî ka tu kî yî, tu ji kû derê hatiyî û tu di qalikê reqikekê de çi dikî ? 

Hemî xefên reqikê eşkere bûbûn. Hêdî gotin jê re nemabû. Nedizanî çi bibêje... 

Reqik: Keçelokê delal ez ne reqikek im û ez perîyek im. Em ti caran xwe nîşa mirovan nakin. Ji ber ko kî me bibîne em di jiyana xwe hemiyê de dibin xadima wan kesan. Vêca ji ber ko te ez dîtime, ez ji îro û pê ve xadima te me, hima tu çi bibêjî ez li ber gotina te me. 

Çawa Keçelokî Reqik dîtibû dilê wî ketibû wê. 

Ji wê re got: Piştî ko dê û babê min mirin û heta niho ez bi tenê dijîm. Dixwazim ko bi te re bizevicim. 

Reqê: ”Daxwaziya te li ser serê min e.” 

Ji xwe kêfa Reqikê jî ji Keçelokî re hatibûyê. 

Keçelok: Nexwe ez dê sibeyê du feqeyan û melayekê bînim û bila zewaca me çê bikin. 

Bi wê biryara ”serpêyan” gotina xwe kirin yek. Bû sibeh û melayekê ew zewacandin. Ji ber ko Keçelokî tu kes nebû du feqe jî bûn şahidê wan. 

Piştî hingê, Keçelok her sibe diçû masîgirtinê û êvarî heta ko vedigeriya Reqika kevanoya malê hemî paqijiya malê kiriye û mal serûber kiriye. 

Rojekê Reqikê ji Keçelokî re got: Keçelok ez ji sibehê heta êvarê bi tenê di malê de dimînim. Heke tu jî bixwazî dixwazim ko tu ji min re hinek ermûş û ta bînî ez dê li ser wan neqşan çêbikim û tu jî bifiroşe. Ew dê hem bibe mijûlahiya min ya rojê û hem jî dê ji debara me re bibe arîkar. 

Keçelokî pejirand û roja piştir li ser gotina wê, masîyên xwe yên wê rojê firot bi wan pereyan hinek ermûş û tayê neqşan anî. Wê jî heroj li ber ronahiya rojê, li ber pencereyê neqş dikir. Êvarîyan jî mala xwe serûber dikir û dima li hêvîya Keçelokî. 

Rojekê dîsa li ber pencereyê neqş li ser destmalan çêdikir. Tam di wê hingê de mîrê wî welatî di ber deriya wan re derbas bû. Mîr di ber derbasbûnê de Reqê dibîne û dilê wî dikeve Reqê. Dibêje çawa be bila welê be divê ez wê bi dest xwe biêxim. 

Pirsa Reqê ji derdora mala wan dide kirin. Ji wî re tê gotin ko Reqik jina Keçelokê masîgir e. Paşê li fen û filûtan digere ko Reqê ji Keçelokî bide berdan. Xistibû serê xwe ko dê bi Reqê re bizewiciya. Dibêje ez dê hinek şert biavêjim pêşiya Keçelokî, dê nekare bike û ez dê serê wî bidim jêkirin paşê ez dê bi Reqê re bizevicim. 

Ji berdestîyên xwe re dibêje: herin aha niho Keçelokî bînin vê derê hinek daxwaziyên min ji wî hene. 

Bi ”bayê bezê” diçin û Keçelokî diînin li hizûra Mîrî. 

Mîr jê re dibêje Keçeloko! Ez dê tiştekê ji te bixwazim heke tu pêk bînî ez dê te xelat bikim lê heke tu pêk neînî dê serê te bidim jêkirin. 

Dibêje here du wîşî tirî ji mere bîne. Lê bila du wîşîyên welê bin ko bila hemî zilamên di dîwana min de jê têr bixwin. 

Hingî Keçelok dad û medetê dixwaze jî, Mîr ji yeka xwe nayê xwarê. 

Keçelok li nîyeta Mîrî dihese û dizane ko ew dixwaze wî ji ber bike. Tirsek dilê wî digire û kezeba wî ji wî re dişewite. Bi şîn û giriyî ve diçe nik Reqê û xatirê xwe ji delalîka dilê xwe dixwaze. 

Dibêje delala dilê min ez bi niyeta mîr hesiyam ko ew dixwaze me ji hev cida bike. Ka were em xatirê xwe ji hev bixwazin. 

Reqê dibêje Keçelokê min ka were ho baş guhdariya min bike heke tu gotinên min pêk bînî tu dê daxwaza Mîrî pêk bînî û dê belaya xwe ji me veke. 

Hêvîyek dikeve di dilê Keçelokî de ko ho baş guhdarîya Reqika xwe dike.( ji xwe ji bilî wê ti çareyên wî nemabûn) 

Reqê: ”Here wê dera ko te ez lê girtibûm. Mezxeneyek li wê derê ye. Ew kunek e ko ber bi jêrê diçe. Here ber devê wê kunê bisekine û bibêje: Hooo Dêya reqê, hoo Babê Reqê! Reqê gotiye here silamên min li dê û babê min bike û bibêje Reqikê got dilê min gelek çûye tiriyî bila wî cotê wîşiyên tiriyî bide te û bîne. 

Keçelok bi kêfekê diçe ber deriyê wê qulê û wek gotina Reqika xwe banî dê û babê wê dike. Hin dibîne ko ji wê mezxeneyê sîniyek di destê jinikekê de ber bi devê kunê bilind bû. Ew jinik hat derveyê pirsa halê Reqê kir û ew sîniya tiriyî da Keçelokî. 

Dema ko Keçelokî ew cota wîşiyên tiriyî dît dilê wî kir repînî. 

Ditirsa û dihizirî ko ew bi tenê jî rûne dikare wan herdu wîşiyên tirîyan bixwe. Ji bo ceribandinê rahêja tilmistekê tiriyî dema ko ji wîşiyî kir nezanî ko wî ji kû dera wîşiyî kiriye. Du-sê carên dî jî diceribîne lê her car pê nedihesiya ka ji kû dera wîşiyî kiriye. Tiriyên xwe birin malê ew û Reqika wî rûniştin û wan heta jê têr xwarin jê xwarin. Lê nedizanîn ka ji kû dera wîşiyî dixwin. 

Ew cotên wîşiyan bir û danî di nava koçka Mîrî de û hemî endamên dîwana wî rahêjîyan wî cotê wîşiyên tiriyî lê tiriyên wîşiyî piçekê jî kêm nebû. 

Mîrî avêtibû dilê xwe û dê Keçelokê me bidaya kuştin. 

Got Keçeloko va ye te şertek yê min pêk anî. Lê min şertekê dî jî heye. Divêt tu biçî ji me re zarokekê bînî ko bila hêj di dinava destpêçikê de be û bila bikare bi vê dîwana min hemiyê re biaxêve . 

Dîsa Keçelokê me ket di nava şîn û giriyî de. Got erê cara dî Reqika min tirî peyda kiribû lê ka vê carê ez dê çi xweliyê di serê xwe de bikim. Dîsa bi şîn û giriyê xwe ve çû nik Reqika xwe û got dîsa hal û mesele ev e... 

Reqikê got: Keçelokê delalê min dîsa here wê dera ko te ez lê girtibûm. Li ber deriyê kunê bibêje hoo dêya Reqê, hoo babê Reqê! Reqê gotiye here silamên min li dê û babê min bike û bibêje min bêriya biraziyê xwe kiriye bîne nik min. 

Keçelokî wek gotina Reqika xwe kir. Paşê, Keçelokê me dîsa bi çavên beloq li qulê nêrî û li hêviya zarokeka di nava destpêçikê de ma. Bîsteka dî dît ko destpêçikek di destên jinikekê de ber bi jorê bilind bû. Hima xwe avêt destpêçikê û bi mereqdariyê li nava destpêçikê nêrî. 

Zaroka di nava destpêçikê de: Hooo! hêdî zavo hêdîîî ma tu dê perasûyên min bişikênî! 

Keçelokê me ji aliyekê ve şaqis bû ji aliyê dî ve gelekê kêfa vî hatê ko serê wî dê vê carê jî ji jêkirinê bifelitiya. 

Birazîkê Reqika xwe bir mala xwe Reqikê û birazîyê xwe hinekê axaftin û paşê Rekikê çîroka xwe û Keçelokî û nebaşiya Mîrî got. Brazîyê xwe jî şîret kir ka dê di dîwanê de çawa biaxêve. 

Keçelok û birazîkê Reqikê çûn dîwana mîrî. Çawa dan ji deriyî ve biraziyê Reqikê ji nava destpêçikê ve got ”Essselaaamun eleykumm!”

Keçelokî zarok danî li ber Mîrî zarokî got: Mîro hoo Mîro! Ka çi ye tu ev qasê zavayê min aciz dikî! Ez careka dî bibihîsim ko tu zavayê min aciz dikî dê bêm sekeriha te. 

Mîrî nezanî çi bersivê bide wî zarokî hima bi dest hêjandinê got here, here... 

Keçelokê me bi kêfxweşiyê vegeriya malê. Lê ev rewş gelekê bi tena mîrî re çû. Roja dî dîsa rêkir pê Keçelokî got: bila aha niho bê an jî dê serê wî jê bikim. 

Keçelok bi tirsê dîsa çû nik zalimê Mîr. Mîrî vê carê got Keçelokoo! Here vê carê ji min re sê hêgan bîne ko bila hespên avî jê derbikeve. An na ez dê serê te ji nava stûyê te bikêşim. 

Keçelokî got vê carê hebe tunebe hatim dawiya vê rêyê. Bi dilekê kul û pazdehên helak ket rêyê. Dîsa çû nik Reqika xwe. 

Reqika wî vê carê jî ji keçelokî re got here wî erdî ew erdê ko te ez lê girtibûm. Li ber deriyê wê kunê dîsa bibêje hoo dêya Reqê hoo babê Reqê, Reqê gotiye bila wan sê lib hêgên di kulekokê de bide te. Wek gotina Reqikê kir û dîsa ma li hêviya kunê. Piştî demekê sîniyeka di destên jinikekê de dîsa ber bi jorê ve hat. Keçelokî dest avêt hersê hêkan û anî. Li wan hêkan nêrî û got hebe tune be ev hêgên henê pûç in. Libek ji wan hêkan li kevirekê li ber behrê da hin dît ko hespekê avî kir hirrînî û ber bi behrê ve bezî. Keçelokî dîsa got ez vê carê jî xelas bûm heta careka dî Xwedê kerîm e. 

Pêşiyê hat nik Reqika xwe û paşê dîsa çû nik Mîrî. 

Dema ko serde qesra Mîrî bû di nava hewşê de libek hêg li erdê da. Çawa liba hêgê li erdê da hespekê avî ji wê hêgê derket. Hesp ket nava xadiman û firaxan û ew serûbin kirin. Li hewşa malê qîyamet rakir. Çû di hizûra Mîrî de. Libeka hêgê jî di nava civata Mîrî de teqand. Çawa ew liba hêgê jî di nava civata mîrî de teqand. Hima kê ”rêya revê” li kû dîtibe di wê derê de baz da. 

Mîr û endamên civata wî teşk, çenk û mil şikestî ji hespan xelas bûn. 

Mîrî got : Wey mala teyo! Vî segbabî dîsa xwe ji destên min xelas kir. Vêca ez dê çi bikim. 

Piştî ko birînên Mîrî sax bûn. Mîrî got vê carê divê ez şertek welê biavêjim pêşiya wî ko bila nekare ji destên min xelas bibe. 

Dîsa banî Keçelokê me kir. Xizmetkarên wî di bayê bîstê de Keçelok anî hizûra Mîrî. 

Vê carê Mîrî got divêt ez tişteka welê bibêjim ko bila nekare pêk bîne û got here kumikê babê min bîne. 

Pêşiya hingê çend salan jî babê Mîrî miribû û Keçelokê me hima çi kum bianiya wî dê bigotiya ev kumê henê ne yê babê min e û dê serê wî bidaya jêkirin. Paşê dê bigihaya mirada xwe û bi Reqkê re bizewiciya. 

Keçelok jî bi ya di dilê Mîrî de hesiya. Zanî ko dawiya vê rêyê nîne hima çi bike bila bike Mîr dê tişteka dî biavêje pêşiya wî û dê di taliya paşîyê de serê wî bidaya jêkirin. 

Dîsa bi şîn û girîyê xwe ve diçe nik Reqika xwe. 

Reqê got: Keçelokê min tu ti tiştî ji xwe re neke xem here nik wê kuna ko tu her car diçûyiyê û bi wêvetir tu dê şikefteka ber bi jêrê bibînî. Ew kun dê te bibe dinyaya miriyan. Here û babê Mîrî bibîne û ji wî bipirse, ka kumê wî li kû derê ye. Ew dê ji te re bibêje. Gazindên me yên ji kurê wî jî ji babê wî re bibêje û bila rêyekê nîşanî me bike. 

Bû roja dî û Keçelokê me diçe wê dera Reqika wî jêre gotibû. Şkeftekê dibîne û diçe di wê ve. Piştî di rêyeka dirêj û tarî re derbas bû dinyayeka dî dibîne. Ew der dinyaya mirîyan bû. Mêrg û avên wê gelek bûn. 

Di mêrgek ji wan de şivanekê dibîne û hindekê lê dinihêre. Dibîne ko berxikek di destên wî şivanî de ye û ew berxik ji nêzan dike wajewaj. Ew şivan wê berxikê li ber hemî pezî ve dibezîne lê ew berxik gihanê ti mih û bizinan nagire û ji birçan dike wajewaj û barebar. 

Mereq dike û diçe jê dipirse: ”Hoo şivano qewet be ji te re” va ye bêhnek e ez li te dinihêrim û dibînim ko tu nekarî ji wî kerîyê pezan tenê zikê wê berxika biçûk têr bikî. Ka xêr e ko tu vê berxikê di nava wî pazê de dibî û diînî û hê jî ji birçan barebara wê ye. Gelo çima welê ye? 

Şivan: ”Birayê delal ka tu bo çi daxwazîyê hatiyî here pêk biîne û di vegerê de were nik min ez dê ji te re bibêjim ka binasê vê çi ye. 

Keçelok û şivan gotina xwe dikin yek û Keçelokê me dîsa dikeve li ser rêyê. 

Wêvetir çû û lê nêrî ko kerîyek yê pezî yê bêserî û bêbinî dît. Bêrîvanek di nava wî kerîyî de ho diçe û ho tê û nikare tejî kodika di destên xwe de şîr bidoşe. 

Keçelok diçe û ji wê jî dipirse: ”Hoo bêrîvanê. Va ye bêhnek e, ez li te dinihêrim û dibînim ko tu nikarî ji vî keriyê pezî kodikeka şîrî tejî bikî. Ka ji ber çi holê ye.? Berîvan dibêje, here ka tu bi çiyê ve hatî pêk bîne û di vegerê de were ez dê ji te re bibêjim. 

Keçelok ji wê jî dibore dikeve ser rêya xwe. Li pêştirê du nanpêjan dibîne. Yek ji wan girek yê hevîrî li ber wê ye. Wî hevîrî ji aliyekê ve hevîrînî dixwe ji aliyê dî ve dipêje û dixwe. Welê jî dike qareqar û dibêje hey hawarr! Ez ji birçan mirim. 

Jinika li kêleka wê piçikeka hevîrî danîye ber xwe hingî jê dipêje û napêje ji hevîrê wê kêm nabe. Girê nanê wê yê pehtî himberî bejna mironekê bilind bûye. 

Keçelok diçe nik jinika ko dikir hawar û jê re dibêje: 

Xwehê vaye bêhneka dirêj e ez li te dinihêrim tu vî hevîrî bihevîrînî jî dixwî û tu dipêjî jî û dixwî lê tu têr nabî ka binasê vê çi ye? Ji ber çi tu di vî halî de yî? 

Ji jinika dî re jî dibêje ev çi bereketa hevîrê te ye ko tu hingî jê dipêjî jî û hevîrê te kêm nabe? 

Jinik jê re dibêjin here ka çi karê te hebe bike paşê di vegerê de em dê ji te re bibêjin. 

Keçelokê me dîsa dikeve ser rêyê, ji her derî pirsa mala mîrî (babê mîrê zalim) dike. Paşiyê re li ser mala mîrî ve bû. 

Lê nêrî ko mala wî maleka bêserûber bû, kûçikekê qer li ber deriyî girêdayî bû. Çawa nêzîkê malê bû segî kir hirrînî. Wî dema ko da ji deriyî ve, di malê de pîrejinekê dibîne. Ew pîrejin çawa Keçelokî dibîne dibêje : Ne segê kurê min tu rêkiribî? Keçelok dibêje hal û mesele ev e û kurê te gotiye here kumê babê min ji min re biîne. 

Pîredêya mîrî: ”Dayê gorî ve kumê babê wî û here ji kurê min re bibêje bila bes zilmûzelaletê li miletê xwe bike. Jêre bibêje babê te ji ber zilmê bûye segekê qer û li ber derîyî hatiye zincîr kirin. Heke ji te bawer jî neke jê re bibêje bila here wê dera ko em lê dinivistin li wî cihê hinda serê babê wî bila bikole û şerbikekê zêran li wê derê ye bila derbiêxe û bixwe. Bila hêdî zilmê neke an na ew jî dê wek babê xwe bibe segekê qer û bikeve li ber deriyan. 

Keçelokê me ket li ser rêya vegerê pêşiyê hat nik wê jinika hevîr biçûk. 

Wê ji Keçelokî re got : Tu hatî birayê min, got balê ez hatim. 

Jinikê:” Birayê min di dinê de çi tiştên min hebûya min dida feqîr û jaran. Hima çi feqîr bihatiya ber deriyê min, min ew bê mirad rênedikirin. Vêca Xwedayî jî ev bereket kiriye nesîbê min. 

Çû nik ya hevîrmezin. Hevîrmazinê got tu hatî birayê min? Keçelokî got belê xwehê. 

Jinikê got:”Di dinê de himberî vî girê hevîrî heyina me hebû. Lê min ti qencî li ti kesan nedikir. Vêca Xwedê jî ev xezeba henê kiriye nesîbê min.” 

Çû nik ya bêrîvan, bêrîvanê got tu hatî birayo ? Keçelokî got belê. 

Jinikê got: ”Di dinyayê de me gelek keriyên pezî hebûn lê me rojekê qenciyek jî li ti kesan nekir. Hima feqîrek bihatiya ber deriyê me û bigotiya ka têra şilkirina nanê zarokên me dewî bide me. Min kodika wan di serê sergoyî de diavêt. Vêca Xwedê jî ev xezeb da min.” 

Çû nik yê şivan. Şivanî got tu hatî birayê min? Keçelokî got belê, şivanî got: ”Di dinyayê de min şivanî dikir min pezê xelkan xwedî dikir. Wan pezên xwe didan min divîya min ew xwedî bikiriyan û min di biharan de pezên wan digel berxik û kahrikên wan bidaya xwediyên wan lê min welê nedikir. Min hemî kahrik û berxikên wan serjê dikirin û min diavêt ber kûçikan. Min berxik û kahrikên xwe dibirin ber mih û bizinên wan. Di biharan de jî min pezên wan didan wan û min digot elema pezî ket di nava pezî de û hemî berxik û karikên we mirin.” 

Keçelok vegera nik Mîrî û jê re got veye kumê babê te û dêya te got, ”bila bes zilm û zelaletê bike. Babê wî bûye segekê qer û ketiye ber derîyî. Heke ji te bawer jî neke bila wî şerbikê zêran yê di cihê binseriyê babê xwe de derbiêxe û bila jê re sihet û qewet be. 

Mîr ji wê rojê û pê de bû zilamekê qenc. Keçelok û Reqik jî ketin di nava xêr û xweşiyê de. 

— Qewlika min çû deştê ez û dê û babê xwe çûyin biheştê — 

KÛNYE: 
Çîrokbêj: Safyaya Osmanê Evdilkerîm 
Nivîsandin: Mirad Gundikî 
Edîtor: Mihemed Sanri 
Cih û Dîrok: Gundikê Melî 14/02, 2010 
Çîrok: Anonîm/gelêrî
Cavkanî:  www.kurdigeh.com
__________________________________________________
 
[çandî] Eve nêzîkî 250 salan e, her sal hemî niştecihên Gundikê Melî bi hev ra diçin serdana Goristana miriyên xwe.
2011-12-11 11:44
Sebrî Gundikî - Gundik
Info@Kurdigeh.Com
 
Zeman, dawîbûn, mirin, tarîtî, qêrîn… Mirinê, zeman kirîye hefsar û qirika me mirovan ve girêdaye. Roj bi roj, siet bi siet û saniye bi saniye me bi alîyê xwe ve dikêşe. Û daviya me hemûyan tamkirina mirinê ye. 
Em nikarin xwe ji mirinê xelas bikin û em hemû yê essehî bikevin goristanê. Wê demê jiyana ebedî yê dest pê bike. Wekî Ûstad Bedîuzzaman Seîdê Nursî(Kurdî) gotî:’Hemû kes ê mirinê tam bike. Dê bibe devê gorê an yê bibe deriyê cehnimê… an jî yê bibe deriyê cinnetê, rehma Xwida(c.c.)’ 

Pêximberê me ferman kirîye ko gotiye:’Ey misilman! Serdana nexweşên xwe, mirovên xwe(xizmên xwe), mirî, heval û hogirên xwe bikin. ’ 
Li Gundikê jî yê/ya bixwaze her êvara pênçşemê serdana gor û goristanên xwe dike. Lê belê, gundî hemû payîzê, ji berî çûyina ser rezan diçin serdana gorên xwe. Eve nêzîkî 250 salan e, her sal niştecihên Gundikê Melî bi hev ra diçin serdana Goristana Temtemokê. 



Dema gundiyan peyîza dereng ji bo heywanên xwe çilo kirin hedî hedî tirî tê çinînê. Lê belê ji berîya wê û divsê(dimsê) tiştek din ya mihûmtir heye ko ew ji serdana goristanê bû. Armanca serdana goristanê, bi hev ra miriyên xwe bi bîr bînin, ji wan re Qur’anê bixwînin, dia bikin, xêr û xêratan bidin…

Çarşema ji berî çûyina ser rezan, Melayê gund li mizyeftê bangdihildêra ko digot:’Rihmet li dê û bavê wî be yê guhê xwe bide min! Ev pênçşema bê, em gundî hemû ê biçîn serdana goristanê û lewra em ê biçin ser rezan. Li gor wê hemû kes xwe hazir bikin.’ Li gor wê hemû kesan xwe berhazir dikirin û gîsk, tiştîr, berx… an li malê an ji li ser goristanê ser jê dikirin. Çi gundiyên ji derve ji vehewayîn û ji bo miriyên xwe berhaziriya xwe dikirin.


Roja çarşemê hemû haziriya xwe temam dikirin û sihara pênçşemê berê didan goristanê. Hina xwarina xwe li malê diçêkirin hina ji li wê derê çêkirin. Zerikên xwarinê rêz dibîn; savar, birinç, goştê avikê, eprax, kutilik, mehîr(mêre)…

 

Heta nîvro, ji berî nimêja nîvro xwarin ji dipijîyaa. Jin xwarinê ve mijûl dibîn, mêran jî kêm û kasên goristanê çêdikirin. Heger şikêra gorekê an jî ya goristanê hatibûya xwarê çêdikirin, sînca wê çêdikirin, merîsiya wê dikirin,… Dema bo demê nimêjê hat hemû zelaman destnimêja xwe digirtin û cimaet nimêj dikirin. Piştî nimêjê melî bang hildêra xwarin dixwest ji bo zilaman. Zilaman xwarin bi hev ra dixwarin wekî nimêja bi hev ra…

 

Her malê çend lalî xwarin rêdikirin(Şandin) cihê nimêjê û gundiya, mêvanan xwarin bi hev ra dixwarin. Ji berî xwarinê û piştî xwarinê melî ji bo saxan, miriyan, nexweşan dia dikir. hemûyan bi hev ra, yêk deng digotin:’Amîn’ 


Piştî xwarinê herkes diçûn serdana gorên xwe. Yê yasîn bixwenda, Qur’an bixwenda an ji xitim bikiriya, dia bikiriya, xêrên xwe bidaya serbest bû. 


Xemgînîya gundîyan li ser rûyê wan dixweya û şîn û girîyên wan kifş bû ev çend sal jî be….


Her sal ez jî diçim serdana goristanê. Vê peyîzê ez cardin çû bûm. Gora birayê min, pîrka min Asiya Ehmid, Helîma Smeîl, mamê min Ehmed,…. Hemû rêz in, li ba hev in. Pêşiyê çûm ser gora birayê xwe. Hêstirên çavên min diherikîn ser dilê min. Min dia dikir ko pêdiayên min belkî şewta dilê min vemire… 

Lê belê guriya agirê dilê min xweştir dikirin. Gewiya min dixetimî û min nedikarî ez bigirîm. Mirovek ya min got:’Sebrî! Gora pîrka te ne ew e. Ya li cem wê ye.’ Min serê xwe rakir, li rûyê wê nêrî û serê xwe herdu milan ve hêjand û hêstirên çavên min wekî lehiyê herikî xwarde rûyê min de... Wê jî zanî deng û girî ji min nayê. Hema wê ji xwe bêdeng kir. Giriyê min bêdeng bû. Dinyayê seh nedikir. Bîra hêstirên çavên dayîka min û rûyê birêmin yê 13 salî hat ber çavên min. Ey mirin! Bimire. Te, birê min bir û mala me wêran kir... 


Min hew xwe girt û ez reviyam ji goristanê… Dilê min hat givaştin… Vê êvar û peyîza dereng bi şîna çend sal û girî ve min berê xwe da gundî. Jiyan diherikî. Em ji li te de diherikîn. Hêviyên min ji vê dinyayê vemirî. Birînên min yê dîrokî ji, êşan. 


Sebrî GUNDIKÎ

Cavkanî: kurdigeh.com
 __________________________________________________________
 


 

 

 
 

tüm 13294 ziyaretçi (22033 klik) kişi burdaydı!

 

 



https://www.facebook.com/ssirnakmerkez Bu web sitesi ücretsiz olarak Bedava-Sitem.com ile oluşturulmuştur. Siz de kendi web sitenizi kurmak ister misiniz?
Ücretsiz kaydol