|
|
|
|
|
|
|
|
[helbest] tirêj |
2012-01-09 21:24 |
Dilşad - Gundik
Info@Kurdigeh.Com |
|
tirêj
çavê xwe bel kir û fekir
cihê xwe yê germ û nerm
û mezela sar û cemidî
bi neçarî qerar da
mezela sar û cemidî ew himbêz kir
recifekek di laşê wî de çû xwarê
nizanim ji keyfa himbêzkirina cemidayê bû
an jî ji tirsa veqetandina germîyê bu ew recifek
pişt re çayek qaçax çêkir
qaçaxçîyên Robozikê hat bîra wî
rengê çayê wek xwinê dihat ber çavê wî
dîsa jî firek li çaya xwe da
û strana Şivan Perwer hat bîra wî
‘’fermandarno
Zarokan ji dayîkan nestînin
Dayîkê we jî hene
Hûn jî demekê zarok bûn’’
Hêstirek ji çavê wî ket şûşa çayê de
Şûşe parçe parçe bû.
Piştî bîstek din
Rabû ser xwe û çû ber pencerê
Dido destgirtî dîtin
Evîna wî hat bîra wî
Ji hewaya cemidî nefesek ji dil kêşa
Yêk ji bo xwe yêk jî ji bo evîna xwe..
Û strana reşîd sofî hat bîra wî
‘’wa delala min şîrînê
pir xweş e navê evînê
hilma te ji misk û bînê
kezîyê te yê renk zerînê
xemla te ji ala rengînê
dil ji bû te digazîne’’
Rûkenîyek bê mane ket ser rûyê wî
Didanê wî biriqî
Hinarokên wî sor bûn
Bi lez û bez ber bi zanîngehêve çû
Zanîngehê çi kirîbe ez nizanim
Te got tu kî yî?
Ez,ez tirêja rojê me
Ya îro pêşîyê hatî mala Dilşadi ve
Nivîs: Dilşad Bayram
Cavkanî: www.kurdigeh.com
|
|
|
|
tüm 13357 ziyaretçi (22102 klik) kişi burdaydı!
|
|
|
|
|
|
|
|